• Home
  • /
  • Communique
  • /
  • PGİ/MLM: SALVEGERA 100. A ŞOREŞA COTMEHÊ DE BİLA ŞAN Û ŞEREF BİBE RÊBERÊN ŞOREŞÊ Û ŞOREŞÊ RE!

PGİ/MLM: SALVEGERA 100. A ŞOREŞA COTMEHÊ DE BİLA ŞAN Û ŞEREF BİBE RÊBERÊN ŞOREŞÊ Û ŞOREŞÊ RE!

Bi bangawaziya Lenîn’ê ku digot “duh zû bû, sibê derenge, dem temame îro ye.” ve gelek erdingariyên bê aso û bê tixûb, gelek gelan û kedkarên bindest bersiv da got ku ‘Îro ye.’ Wext temam bû, ew roj dîrokekî ku êdî tu car di hişê mirovahiyê de neyê ji bîr kirin, hate nivîsin. Deriye serdemekî nû hatibû vekirin: ‘Serdema Emperyalîzm û Şoreşên Proleterî’. Pergala paşverûtî a cihanê ji binî ve hejiyabû, dîroka mirovahî ya bi hezaran salan serobino bibû; Ala Sor a Bindestan êdî li ser bircên Kapitalizmê û Paşverûtiyê de pêldida; ew bircan êdî bo Çîna Karkaran bibû Kelayên Bêhejandin.

Şoreşa Cotmehê bûye wekî rêyeke ronahî û rizgariyê ya hemî gelên cihanê ku bi sedan salan e di bin zext û zilmê desthilatdaran de man e. Şoreşa Cotmehê manîfestoya rizgarbûna koletiya axê û koletiya peretiyê ye. Şoreşa Cotmehê tekoşînên azadiya netewiyan wekî parçeyekî şoreşa proleteri dibine. Şoreşa Cotmehê şoreşa herî pêşketî û herî pêşîn e ku di tekoşîna çînî ya erdingariya bê sinor û bê tixub de ye.

Piştî Komûna Parîsê, cerebeya herî sereke ya mezin a Dîktatoriya Proleterî YKSS (Yekitiya Komarên Sosyalîst a Sovyetê), bûye xewna tirsê ya burjuvaziye û çînên serdestan. Her çi qas ji avabûna YKSS’ yê wir ve rastî êrîşan hatibe jî, Yekitiya Komarên Sosyalîst a Sovyetan ji aliyê milyonan kesên bindest û karkeran ve hatiye parastin. Dîktatoriya Proleterî ku hedefa rastî êrîşa Faşîzma Hîtlerê hatibû, bi rêberiya, Rêber a Komûnîst Joseph Stalîn û Artêşa Sor ve, bi bedelên giran a milyonan kedkaran ve hatiye parastin û hemî gelên cihanê bi yek dilî û yek dengî faşîzmê têk biriye û binerd kiriye.

Îro hê jî rasteqînên Şoreşa Cotmehê bo pergala Emperyalîst-Kapîtalîst a Cihanê wekî xewneke tirsê, tirsa xwe berdewam dike. Şoreşa Cotmehê bo hemî gelên cihanê wekî rêyeke azadî û rizgariyê rola xwe berdwam dike. Ji bo li hemberê êrîşê burjuvaziyê ku li hemî qadan de êrîşê Şoreşa Cotmehê û cerebeyên vî dike; em di salvegera 100. a Şoreşa Cotmehê de bi biryar, israr û bi bawer dê rêya ronahî ya şoreşê de meşa xwe berdewam bikin.

Hemî dîrokên civakî, dîroka şerên çînî ne. Di vê şerê de afirînera dîrokê jî girse ne. Em bi qampanyayê bi navê hînbûna Partîya Bolşevîk a ku ji Şoreşa Cotmehê re bûye pêşeng û bi Şoreşa Cotmehê re bûye afirînera girseyan, bi dirûşmên ‘ Şan Bibe Salvegera 100. a Şoreşa Cotmehê’ re, bi rêxistinkirina çalaki bi çalaki, kuçe bi kuçe, qad bi qad; em dibêjin ku, em ê dê rêya ronahiya Şoreşa Cotmehê de, tekoşîna şoreşên proleter a nû ya ciwanan mezin bikin!

SALVEGERA 100. A ŞOREŞA COTMEHÊ DE BILA ŞAN Û ŞEREF BIBE RÊBERÊN ŞOREŞÊ Û ŞOREŞÊ RE!
SILAV BIBE BO BIHUŞTÊ LI DOJEHÊ DE BERXWEDAN DIKIN RE!
BIJÎ ENTERNASYONALÎZMA PROLETERÎ!

Însiyatîfa Ciwanên Partîzan/Marksîst Lenînîst Maoîst